Adar 22, 2017 13:02 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna alîkarîyên leşkerî yên NATO`yê bo Erebistanê

Tevgera Enarulahê û Partîya Kongira Gelanî ya Yemenê ji Sazîya Peymana Atlantîka Bakûr (NATO) xwestin ku li bara sîlehên ku Erebistan li êrişên ser Yemenê bikar tîne, lêkolînê bike.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, Tevgera Ensarulahê û Partîya Kongira Gelanî ya Yemenê bi daxûyanîyekê ragihandin: Raporên karzanan diselimînin ku rêjîma destdirêjker a Erebistanê di 16`ê Sibata buhurî da dema êrişa ser merasimeke tazîdarîyê li bajarê Erhebê mûşekek bikar anîye ku rêzehejmara sîlehên NATO`yê li ser bûye.

Tevgera Enarulahê û Partîya Kongira Gelanî ya Yemenê di vê daxûyanîyê da ji welatên ewropî û Amerîkayê xwestin ku lêkolînê bikin ka sîlehên NATO`yê çawan ketine destê Erebistanê ku li êrişên ser sivîlên yemenî bikar tîne.

Di encama êrişa Erebistanê ser merasimeke tazîdarîyê li devera Erheb li bakûra parêzgeha Sena paytexta Yemenê da ku di 16`ê Sibatê da pêk hat, 8 kes hatin kuştinê û 10 kes jî birîndar bûn ku hinek gorî zarok bûn.

Erebistanê bi piştgirîya welatên rojavayî yên endamê NATO`yê ji wan Amerîkayê û welatên ereb ên hevpeymanê Rîyazê, ji 26`ê Adara 2015`ê va dest bi destdirêjîya leşkerî ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji hêlên deryayî, bejayî û hewayî kir bi vê hecetê ku Ebderebe mensûr hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê bizvirîne ser desthilatê.

Di encama êrişên hanê da heta niha zêde ji 11 hezar yemenî hatine kuştinê, bi dehan hezar kes birîndar û bi milyonan kes jî aware bûne û ji sedî 80`yê jêrxanên vî welatî jî hatine rûxandinê.