Adar 22, 2017 13:02 Asia/Tehran
  • Balafirên Amerîkayê êrişî rojavaya Reqê kirin, herîkêm 11 sivîlên sûrî hatin kuştinê

Balafirên cengê yên hevalbendîya Amerîkayê êrişî medreseyekê li bajarê Mensûre li derdora rojavaya Reqê kirin ku 50 malbatên aware têda bûn ku di encamê da heta niha 11 sivîl hatine kuştinê.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, balafirên cengê yên hevalbendîya Amerîkayê li Sûrîyê careka din êrişî deverên xelknişîn li Reqê kirin ku di encamê da bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku balafirên cengê yên hevalbendîya Amerîkayê êrişî medreseya Badîye Daxilîyê li 30 kîlomêtrîya Reqê kirin, nêzî 50 malbatên aware ji derdora Heleb, Reqe û Tedmurê li vê medresê bicih bibûn.

Ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA) ragihand ku medrese tam hatîye rûxandinê lê, hûrgilîyên vê êrişê neweşandin.

Koma bi navê Çavdêra Mafên Mirovan ku nêzîkî neyarên hikûmeta Şamê û meqera wê li Londonê ye ragihand ku di encama vê êrişê da herîkêm 11 sivîl hatin kuştinê.

Ev koma bêyî ku balê bikişîne ser balafirên êrişker, radigihîne ku hejmara kesên hatine kuştinê ber bi zêdebûnê ye, ji ber ku rewşa gellek birîndarên vê êrişê giran e.

Hevalbendîya Amerîkayê cara dawîyê di 12`ê Adarê da êrişî devera Keseratê li başûra Reqê kir ku di encamê da 19 sivîl hatin kuştinê.