Adar 22, 2017 10:51 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Piştî serketina li hemberî têrorîsmê, em ê bala xwe bidin ser berfirekirina aştîyê

Serokkomarê Sûrîyê pêkutî kir, piştî serketina li hemberî têrorîsmê ew ê bala xwe bide ser berfirekirina aştîyê. Wî herwiha got: Piştî serketina li hemberî têrorîsmê mirov dikare bala xwe bide ser meseleyên din ên welêt ji wan pergala sîyasî û yan lidarxistina giştpirsîyê jî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bişar Esed li hevpeyvîna ligel rojnama La Vangovardia ya Spanyayêherwiha bal kişand ser vîya ku firqeya jirêdekertî ya Wehabîyetê ku Erebistanê ew berfire kirîye, têrorîsm perwerde kirîye û got: Hizra wehabî roleke girîng li pêkanîna qeyranên navçê hebûye.

Serokomarê Sûrîyê bi gotina vîya ku vê çanda şîdetê tenê navça me negirtîye ber xwe belkî bandor li civaka ewropî jî kirîye, dîyar kir: Rêdayîna hin welatên ewropî ji wan Fransayê jibo nifûza mîsyonerên vê firqeya jirêderketî bûye sebeb ku Ewropa pêrgî ûêleke kiryarên têrorîstî bibe.

Bişar Esed herwiha got: Sûrîye niha berdêla vî karê ewrûpîyan dide, ji ber ku gellek serkirdên hov ên komên têrorîst ên Al-Qaide, DAIŞ û Cebhetunusrê ji Ewrûpayê hatine Sûrîyê.