Sibat 27, 2017 19:19 Asia/Tehran
  •  Pêşdeçûna artêşa Sûriyê li bakurê Şamê

Artêşa Sûriyê bi pêşdeçûna ji du mêhwerên bakurê rojhilat û bakurê rojava ber bi navçên Qabûnê li bakurê rojhilata Şamê, karî ku li encama pevçûna tev grûpên çekdar çend navçan li zewiyên Qabûnê bixe bin kontrola xwe.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya kanala nûçan a El-Alamê, li dewama  pevçûnên  artêşa Sûriyê tev terorîstên  ku hevgav bi piştgiriyên  topxaneyî û balefirên cengê yên sûrî cih hat,  helêwst û liv û tevegrên  grûpên çekdar û terorîstî li Heresta û Domayê nêzîkî navça Qabûnê bikin hedef ku li encama wê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û an birîndar bûn.

 Ev pêşdeçûn piştî kutabûna  moleta  kivşbûyî ji aliyê artêşa  Sûriyê ji siet 6 siba duh bo grûpên  çekdar jibo kivşkirina  rewşa xwe cih hat.

  Li gor nûçeyeke din, grûpa nasiyar bi artêşa azad a Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibe li adxûyaniyekê ragihand: duh tev hêzên  artêşa Sûriyê nêzîkî navça  Tadefê li abşûrê bajarê Babê li parêzgeha  bakurê Helebê ketiey şer û pevçûnê.

 Tirkiye wek yek ji alîgirên  terorîstan bi îdiaya  rawestana li ber terorîzmê, operasyona  mertala Firatê ji 24 Tebaxa buhurî li bakurê Sûriyê  û li dijî kurdên vî welatî destpê kiriye.

 Sûriye  Tebaxa 2016`an  bi şandina  du nameyên  cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê konseya ewlehiyê, tevî şermezarkirina  operasyona  eskerî ya artêşa  Tirkiyê li bakurê Sûriyê wê weke binpêkirina  serweriya vî welatî û cinayetê cengê û cinayeta li dijî mirovahiyê ragihand.