Destpêbûna avakirina navenda eskerî ya artêşa Tirkiyê li bajarê Babê yê Sûriyê
Artêşa Tirkiyê, dest bi avakirina navenda eskerî li bajarê Babê li parêzgeha Helebê, bakurê Sûriyê kiriye.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya kanala nûçan a El-Alamê, tevî ku dewleta Sûriyê hizûra hêzên Tirkiyê li axa xwe weke binpêkirina serwerî û dagirkirina axa welatê hanê dizane.
Malperên ser bi grûpên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ragihandin u artêşa vî welatî avakirina navenda eskerî li navça Cebel Eqîlê li bajarê Babê li derdora bakurê rojhilata parêzgeha Helebê destpê kiriye.
Bajarê Babê, 24 Sibatê tam kete bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ku ji aliyê vî welatî ve piştgirî dibin.
Tirkiye wek yek ji alîgirên terorîstan bi îdiaya rawestana li ber terorîzmê, operasyona Mertala Firatê ji 24 Tebaxa buhurî li bakurê sûriyê û li dijî hêzên kurd ên vî welatî destpê kiriye.
Sûriye Tebaxa 2016an bi şandian du anmeyên cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê konseya ewlehiyê, operasyona eskerî ya artêşa Tirkiyê li bakurê sûriyê şermezar kir û wê wek binpêkirina serweriya vî welatî û cinayeta şêr û cinayeta li dijî mirovahiyê da zanîn.