Şerê hêzên Tirkîye pişta wan digire ligel artêşa Sûrîyê li başûra Babê
Sibat 27, 2017 16:24 Asia/Tehran
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku di navbera hêzên ku Tirkîye pişta wan digire û artêşa Sûrîyê da, li başûra Babê pevçûn derket.
Li gorî rapora kanala Rusia Al-Yawmê, koma nasyar bi Artêşa Azad a Sûrîyê ku bi piştgirîya artêşa Tirkîyê û di çarçova opêrasyona Mertala Firatê da dagirkirina hin deverên Sûrîyê didomîne ragihand ku di navbera wan û artêşa Sûrîyê da li başûra Babê pevçûn derketîye.
Ev pevçûn li başûra bajarê Babê û nêzîkîya devera Tadifê ku hêzên artêşa Sûrîyê duh ew azad kirin, qewimîye.
Eva duyemîn pevçûn e ku di hefteyên vê dawîyê da di navbera Artêşa Azad a Sûrîyê û hêzên dewleta Sûrîyê da derdikeve.