Sibat 27, 2017 16:15 Asia/Tehran
  • Berteka hêzên yemenî  li hember cinayetên siûdiayn

Çavkaniyên nûçan ên yemenî ragihandin ku eskerekî siûdiyan ji aliyê nîşangirên Yemenî va hatiye kuştin û meqerên Erebistanê li Necran û Cazanê li başûrê vî welatî hatine îmhakirin.

  Li gorî rapora Fars Newsê, yekîna  nîşangirên  artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê roja duşemiyê li berteka li hember cinayetên Erebistanê, eskerekî siûdî li navça  Esîrê, li başûrê Erebistanê dan ber êrişan.

Hevgav Yekîna mûşekî ya artêşê û komîtên  gelanî yên Yemenê karîn ku  hejmarek ji navendên  siûdî li Necranê û Cîzanê tev cebilxanên wan hatin têkbirin.

 Yekîna  mûşekî û topxaneyî ya artêşa Yemenê her wiha  êriş kirin ser cihê kombûna  kirêgirtiyên  siûdiyan li navenda El-Cebanê, xwendingeha  El-Xûbê, navenda  El-Sûdaniyê, birca El-Ebadiyê û başûrê navenda El-Beyt El-Ebyezê li Cazanê.

Di eynî demê de, balefirên  destdirêjkar ê siûdî 8 caran bajarê El-Qîlê li parêzgeha  El-Cewfê, bakurê Yemenê, bombebaran kirin.

 Balefirên  siûdî, çar caran êriş kirin ser navça  El-Selîfê û sê caran jî  êriş kirin ser bendera El-Hîmê li bajaroka El-Xoxê li parêzgeha  El-Hedîdê ya rojava Yemenê.

Balefirên cengê yên  siûdiyan, navça Herîb Nehim li bajaroka  Nehim a bakurê Senayê jî dan ber bombeyênxûşeyî.

 Rejîma  Alê Siûd ji Adara 2015`an bi piştgiriya Emerîkayê êrişî ser Yemenê kiriye. Li encama vê êrişê bi hezaran kes hatien kuştin an birîndar bûne û herîkêm  3 milyon kes jî mişext û aware bûne.