Sibat 27, 2017 10:01 Asia/Tehran
  • Serketina hêzên Sûriyê li bakurê vî welatî

Hêzên Sûriyê di opêrasiyoneke heşt saetî bajarokê Stratijîk ê El Raşêdîna 5 li bakurê vî welatî ji bin dagirkeriya çeteyên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê (Fetha Şamê) azad kirin.

Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên sûrî bi alîkariya hêzên berxwedanê berêvariya yekşemiyê bi piştevaniya yekîneya mûşekî opêrasiyonek ji rojavaya Bazar El Cebesê li dijî çeper û baregehên Cebheya Nusreyê li bajarokê El Raşidîna 5 dest pê kirin û serê axir piştî derdora heşt saetan ev bajarok xistin bin kontrola xwe.

Piştî azadkirina Bazar El Cebesê li rojhilata bajarokên El Raşidîna 4 û 5 li başûrê rojavaya Helebê, firokeyên şêrr ên sûrî, topxaneya artêşê û yekîneya mûşekî ya Sûriyê êrîşên berfireh li ser baregehên têrorîstan di heyama çend rojên buhurî da pêk anîne.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên nûçeyan ên nêzikî koma têrorîst a El Qaideyê, qala kuştina Ebu El Xeyr kesê hejmara duyem a vê komê û cîgirê Îmen El Zewahirî serkirdeyê El Qaideyê li êrîşa hewayî li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê kirin.

Hewildana artêşa Sûriyê li derdora parêzgeha Helebê bi taybet bereya rojhilata wê parêzgehê ji bo têkoşîna li hemberî komên cûr bi cûr ên têrorîst ji wan kesên çekdar ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê ye. Hêzên sûrî di rojên buhurî da baregeh û çeperên xwe li rojhilata parêzgeha Helebê tesbît kirin.