Civîna filistîniyên li derve li Stenbolê hat li dar xistin
Yekim civîna gelanî ya filistîniyên rûniştiyê 50 welatên cîhanê bi beşdariya bi hezaran kes ji welatiyên vî welatî li Stembola Tirkiyê hat li darxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, li vê civîna du rojî ku bi beşdariya 6 hezar kes ji filistîniyên rûniştiyê derve ji roja şemiyê û bi beşdariya ramanwer, siyasetvan, nivîskar û çalakên filistînî destpê bûye, rewşa dawiyê ya Filistînê û filistîniyan li nav erdên dagirbûyî û dervey vî welatî hat hilkolandin.
Enîs Qasim serokê civîna gelanî ya filistîniyên rûniştiyê derve li mersima destpêkê ya vê civînê ragihand: Teşkîlata xweîdarekir a Dilistînê meşrûbûna xwe ji dezgeha eskerî ya Rejîma Siyonîstî bi dest xistiye lê Rêxistina rizgarîker a Filsitînê rewtiya xwe ji gelê Filistînê bi dest xistiye. Wî tekez kir ku em daxwaza istandina mafên xwe li Rêxistina Rizgarîker a Filistînê dikin.