Sibat 26, 2017 10:29 Asia/Tehran
  • Işkesta êrişa terorîstên Cibhetul-Nusreh ser başûra Sûriyê

Artêşa Sûriyê pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser navça El-Menîşe li derûdora bajarê Derayê girtin.

Li gor rapora ajansa telivîzyona Al-Alamê, Bingehekî sûrî ragihand ku yekîneyên artêşa vî welatî pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser navça El-Menîşe li derûdora bajarê Derayê  girtin û derbeyekî giran li van terorîstan xistin.

Hatiye ragihandin ku li vê êrişa ser terorîstên Cibhetul-Nusreh gelek ji terorîstan jî hatine kuştin.

Firokên şerî yên artêşa Sûriyê jî pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Dêyrezûrê kirine hedefa êrişên xwe ku li vê êrişê jî derbeyekî giran li terorîstan ket.

Zêrevanê heq û mafê mirovan a Sûriyê jî ragihand ku ji ber kiryara terorîstî ya roja îniyê li bajarê Babê 83 kes ji wan 45 kesên sivîl hatine kuştin.

Qumandihiya artêşa Sûriyê dih şemiyê ragihand ku li kêmtir ji hefteyekê 15 gundên wekî Resmul-Hermel, Tebare Mazî, Resm El-Xebaz, Resmul-Şêyx, El-Menazir, Um-Xerze, Ebû-Cebar, El-Qîte, Qesrel-Berîc, El-Cedîde, Xirbe Mensûre, El-Mezrûqe, Mestirihe Mîrî û Xirbe Kibar û çiyayê Selîm ji destê terorîstan azad bûn.

Qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê va bi êrişa berfire ya komên têrorîst ên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtîyên wan ji wan Tirkîyê jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê destpê bû.