Sibat 26, 2017 08:40 Asia/Tehran
  • Dewama pêşketinên artêşa Sûriyê li Helebê

Artêşa Sûriyê û hêzên gelanî yên vî welatî sê gundên din li aliyê rojhilata Helebê jî ji destê terorîstan derxistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehên meydanî ji nav Sûriyê ragihandin ku artêşa Sûriyê sê gundên Şemhese, El-Şamî û Royîde El-Bab li rojhilata Helebê ji destê terorîstan derxistin.

Herwisa hatiye ragihandin ku artêşa Sûriyê du girên stratejîk ên Fîxe û El-Heware jî ji destê terorîstan azad kirin û lsercem li hefteyekê hêzên sûrî karîne 600 kîlomitrên çarkunc ji axa vî welatî ku di destê terorîstan da bû, azad bikin.

Li hefta bihurî helbet hêzên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî karîbû 15 gundênrojhilata Helebê ji destê terorîstan azad bikin.

Qumandihiya artêşa Sûriyê dih şemiyê ragihand ku li kêmtir ji hefteyekê 15 gundên wekî Resmul-Hermel, Tebare Mazî, Resm El-Xebaz, Resmul-Şêyx, El-Menazir, Um-Xerze, Ebû-Cebar, El-Qîte, Qesrel-Berîc, El-Cedîde, Xirbe Mensûre, El-Mezrûqe, Mestirihe Mîrî û Xirbe Kibar û çiyayê Selîm ji destê terorîstan azad bûn.

Qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê va bi êrişa berfire ya komên têrorîst ên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtîyên wan ji wan Tirkîyê jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê destpê bû.