Sibat 26, 2017 08:28 Asia/Tehran
  • Êrişên li Humsê peyama piştgirên terorîzmê ji bo Cenevê bû

Nûnerê Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan de Mistura û Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî ku ji bo hevdîtinin aştiyê ya Sûriyê li Cenevê ne, êrişên terorî yên li Humsê nirxandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan yên wek Sputnîkê, nûnerê Taybet a Neteweyên Yekbûyî Steffan de Mistura û nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî derbarê êrişên li bajarê Humsê ya Sûriyê de daxuyanî dan.

Caferî, ragihand ku êrişên han, peyama piştgirên terorîstan ji bo Cenevê bû û got: ‘Em ji her kesî re dibêjin, peyam gihîşt cihê xwe û dê ji ser vê sûçê re derbas nebin.'

Steffan de Mistura re jî got: ‘Em çi wexet rûdinin ser maseyê hin alî radibin ku vê vê yekê xira bikin.'