11 serbazên Tirkîyê li axa Sûrîyê hatin kuştinê yan birîndar bûn
Leşkerên Tirkîyê yên di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de li Babê rastî êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin. Di encamê de li gorî daxuyaniya serfermandiriya hêzên çekdar ên Tirkiyê 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 9 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansên nûçan ên Tirkîyê, Leşkerên Tirkîyê yên di çarçoveya operasyona Mertalê Firatê de li Babê rastî êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin. Di encamê de li gorî daxuyaniya serfermandiriya hêzên çekdar ên Tirkiyê 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 9 leşker jî birîndar bûn.
Serfermandariya Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li herêmê DAIŞê bi wesayita bombebarkirî êrîş pêk anî û 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar in.
Serfermandariyê diyar kir ku leşkerên birîndar veguhestine nexweşxaneyan.
Ji hêla din ve, Teroristên DAIŞ`ê li gundê Cu el Barazî yê li rojhilatê Babê nêzîkî Helebê êrîş birin ser endamên artêşa qaşo azad a Sûrîyê. Êrîş bi wesayiteke bombebarkirî pêk hat û di encamê de 12 çekdarên artêşa qaşo azad a Sûrîyê hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn. Hin birîndarên rewşa wan giran bû veguhestin nexweşxaneyên li Tirkiyê.