Çile 20, 2017 18:24 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya Erebistanê ser Senayê

Balafirên cengê yên artêşa Erebistanê deverên xelknişîn ên bajarê Sena paytexta Yemenê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, balafirên şêrr ên Erebistanê îro taxa Sewad li paytexta Senayê dan ber bombeyan ku di encamê da herîkêm sivîlek hat kuştinê û 2 kes jî birîndar bûn.

Di vî halî da balafirên cengê yên Erebistanê îro devera Zebûê li parêzgeha Senayê dan ber bombeyên xweşî ku di encamê da 3 welatîyên sivîl birîndar bûn.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha çend caran êrişî deverên curbicur ên parêzgehên Hedîde û Teizê li rojava û başûra rojavaya Yemenê kirin.

Balafirên şêrr ên Erebistanê îro du caran jî êrişî bajarê Serwah li parêzgeha Marebê ya Yemenê kirin.

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê jî di bersiva êrişên Erebistanê da, baregehên hêzên siûdî li Necran, Cîzan û Esîrê li başûra Erebistanê dan ber gulleyan.

Rêjîma siûdî ji Adara 2015`ê va bi piştgirîya Amerîkayê û hin welatên ereb ên navçê êrişên ser Yemenê destpê kirine ta ku Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê vî welatî bizvirîne ser hikûmetê.

Di encama wan êrişan da heta niha nêzî 11 hezar kes hatine kuştinê û herîkêm 3 milyon kes aware bûne û ji sedî 80`yê nijyarên Yemenê ji wan şebekeyên ceryan, av, telekom, nexweşxane û medrese hatine kavilkirinê.