Çile 20, 2017 18:04 Asia/Tehran
  • NY hişyarî da: 400 hezar zarokên yemenî tûşî pirsgirêka bedxwarekiyê bûne

Hevdengkirê karûbarên însanî yê NY li karûbarên Yemenê diyar kir: Îro rojê zêdetir ji 400 hezar zarokên yemenî di rewşa bedxwarekiyê de ne.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Cîmî Mek Goldrîk li gotûbêja  bi  rojnamên Yemenê re destnîşan kir: NY dixweze rewşê jibo destpêkirina  şêwirînên navbera grûpên yemenî bi mazûvaniya Kuweytê bê xweş kirin da ku  rê jibo bidestxistina  rêçara qeyrana  Yemenê vebe. jiber ku  îro rojê zêdetir ji 400 hezar zarokên  yemenî  bi bedxwarekiyê rûbirû bûne û hevgav zêdetir ji 10 milyon kes ji xelkê Yemenê jî hevcedarê alîkariyên destxwe ne.

  Êrişên Erebistanê ser Yemenêm tu encamek xêncî kuştina  bêrehmane ya 7 hezar jin û zarokên yemenî û birîndarbûna  bi dehan hezar kesî û awarebûna  bi sedan  hezar kesên din  tine bûye. Li encama êrişên hanê zêde ji sedî 80 yê binavahiyên hîndekariyê, xizmetkirinê, dermankirinê û nexweşxane, depoyên  derman û xawrekê, xwendingeh û malên xelkê Yemenê hatine kavilkirine û xelkê vî welatî li dû dorpêça hewayî, bejahî û deryayî di rewşeke aloz de jiyana xwe derbas dikin.