Li encama êrişa bi hawanê ser bajarê Dêrezorê 7 kes hatin kuştin
7 welatî li encama êrişa hawanên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser taxên xelktêde yên Dêrezorê hatin kuştin.
Li gorî rapora SANA Newsê, grûpa terorîstî ya DAIŞê roja înê bi çend hawanan, taxên El-Core û El-Qisûra bajarê Dêrezûrê dan ber êrişan.
Yek ji hawanên hanê kete nav mala welatiyan û teqî û li encama vê buyerê 7 kes ji wan sê zarok hatin kuştin.
Li encama êrişa bi hawanê ser binavahiyên bajarî û malên welatiyan jî gelek xisar pêk hatin .
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji roja şemiya buhurî ve êrişa bêmînak û giştalî ser bajarê Dêrezûrê destpê kir lê heya niha bi berxwedana hêzên artêşa Sûriyê, lê vê êrişê destkevteke wisa tinebûye.
Parêzgeha Dêrezûrê ketiye rojhilata Sûriyê û li sînorê navbera vî welatî û Iraqê û kêleka çemê Firatê. Bajarê niftzêm a Dêrezûrê ji sala 2014`an di kontrola terorîstên DAIŞê de ye û gihandina alîkariyê bo xelkê vî bajarî ji riya avêtina kelûmelan ji aliyê balefirên barhilgir cih tê.