Çile 20, 2017 17:09 Asia/Tehran
  • Kuştina zêde ji 80 endamên bereya El-Nusre li êrişên derdora Helebê

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku zêdetir ji 80 endamên bereya El-Nusre li encama êrişên balefirên cengê yên hevalbendiyê li derdora rojava bajarê Helebê hatine kuştin.

 Li gorî rapora ISNA`yê, çavdêrê mafên mirovan  ê Sûriyê ragihand  ku zêde ji 80 endamên bereya Feth Ul-Şamê ji wan  du kes ji serkirdên  vê grûpê li encama êrişên  hevalbendiya  Emerîkayê ser qereqola  El-Şlêx Silêmanê li derdora  rojava Helebê hatin kuştin.

Li encama vê êrişê bi dehan kes jî birîndar bûn. Vê dawiyê bi hewldanên  Rûsiye û Tirkiyê  li Sûriyê agirbes hat damezrandin. Ev agirbesa grûpên  terorîstî yên bereya El-Nusre û DAIŞê nagire ber xwe.

 

 Li gorî rapora medyayê dijberê sûrî, balefirên cengê yên nenas, pênşemiyê şevê meqerê tîpa 111`an li rojava  Helebê bombebaran kirin û bi dehan  endamên grûpa terorîstî ya El-Nusreyê kuştin.

 Çavkaniyên  agehdar hejmara xisarên  grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê li  encama  êrişa hewayî 100 kes ragihandin.

 Li gorî nûçeyeke din artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê, gundê Şamirê li rojhilata  Helebê ji lepên  terorîstên DAIŞ`ê azad kir.

 Artêşa Sûriyê roja çarşemiyê  li vê eniyê gundên  Ebed û Sefeyê paqij kiribû.