Çile 20, 2017 16:55 Asia/Tehran
  • 120 terorîstên Fetih ul Şamê li derdora Şamê hatin kuştin

Balafriên cengê yên Rûsya û Sûrîyê baregehên terorîstên Fetih ul Şam bombebaran kirin ku di encamê de 120 terorîst hatin kuştin. Çavkaniyên Feth ul Şamê diyar kirin ku êriş ji aliyê Ûrsêtê va pêk hatîye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, duh li dijî navenda perwerdehiya leşkerî ya Fetih ul Şamê ya li herêma Şêx Silêman a Şamê operasyoneke hewayî hat lidarxistin.

Di encama bombebaranan de herî kêm 120 terorîst hatin kuştin û bi sedan ji wan jî birîndar bûn.Çavkaniyên Feth ul Şamê diyar dikin û dibêjin operasyon ji aliyê balafirên şêrr ên Ûrsêt û Sûrîyê va hatiye kirin.

Koma terorîst a Feth el Şamê her çi qas bibêje ku ew ji El Qaîdeyê veqetiyane jî Rûsya û gelek welatên din baweriya xwe bi vê yekê naynin û vê yekê weke lîstikekê binav dikin. Ji ber ku ew bi ser El Qaîdeyê ne.

Ji aliyê din ve duh di heman demê de navenda perwerdehiya leşkerî ya koma çekdar a Nûredîn Zengî ya li bejahiya Helebê jî hate bombebarandin.  Di encama bombebaranê de gelek çekdar hatin kuştin û li bajarê Idlibê jî di encama êrişa hewayî ya artêşa Sûrîyê da 3 fermandarên koma Nûredîn Zengî hatin kuştin.Koma çekdar a Nûredîn Zengî ya ku ji bi nêzîkbûna xwe ya Tirkiyê tê naskirin, agirbesta Sûriyê qebûl nake û wê beşdarî hevdîtinên çareseriya aloziya Sûriyê li Astanayê jî neb.