Çile 20, 2017 16:26 Asia/Tehran
  • DAIŞê Amfîtatra Palmîrayê kavil kir

Terorîstên DAIŞ`ê avahiya çarrû û nimaya amfîtatra bajarê kevnare ya Palmîrayê li parêzgeha Himsa Sûriyê kavil kirine.

  Televîzyona  fermî ya Sûriyê îro înê bi ragihandina vê nûçê got: Grûpa DAIŞ`ê roja pênşemiyê dest bi tevkujiya  li amfîtatra Palmîrayê kiribû.

 Avahiya çarrû an pêk hatibû ji  çar avahiyên çar istûnî yên bilind û zirav ku bi kevrê granîta sor  hatibû çêkirin.

 Artêşa Sûriyê bi piştgiriya hewayî ya balefirên cengê yên Sûriyê ji 29 Dêyê va operasyonek li dijî terorîstên DAIŞê li bajarê Palmîrayê destpê kirine.

 General Sergeyî Rodskoy yek ji fermandên Rûsiyê li Sûriyê jî got  ku li gor lêzanînên ku me ji hin çavkaniyan bi dest xistine, gelek madên teqînê bo Palmîrayê hatine guhestin ku terorîst wan jibo jinavbirina  mîrata dîrokî ya vî bajarî bi kar bînin.

 Grûpa terorîstî ya DAIŞê meha buhurî jiber operasyona  artêşa Sûriyê jibo azadkirina  bajarê Helebê li bakurê vî welatî êriş kir ser bajarê Palmîrayê.

 Grûpa terorîstî ya DAIŞê roja pênşmiyê jî li navça kevnare ya Palmîrayê serê 12 kesan ji wan  4 kes ji kedkar û mamosteyan jê kir û 8 kes ji wan 4 eskerên sûrî û 4 kes ji neyarên  çekdar ên xwe bi derba gullê kuştin.