Çile 20, 2017 15:54 Asia/Tehran
  • Hêzên Hizbullahê çûne nav balefirgeha Dêrezorê

Çavdêrê mafên mirovan ê Sûriyê ragihand: Hejmarek ji hêzên Hizbullaha Lubnanê gihêştine balefirgeha eskerî ya dorpêçbûyî ya Dêrezorê û Hevgav Rûsiyê li bara tevkujiya li vî bajarî bo dema sedestiya DAIŞê ser Dêre Zûrê hişyarî da.

Li gorî rapora ISNA`yê, Ramî Ebdulrehman, çavdêrê mafên mirovan ê Sûriyê li bara pevçûnên  li çend eniyên li bajarê Dêrezûrê agahî da û diyar kir: Ji ber agirberdana  tekeran û bermîlên  niftê li meydanên bajêr ji aliyê DAIŞê dûkelele zav esmanê bajêr dagirtiye.  Wî got:  Armanca vê kiryarê, girtina pêşiya balefirên  cengê yên sûrî û rûsî û girtina pêşiya  bombebarana meqerên DAIŞê bû.

 Çavdêrê mafên mirovan  a Sûriyê ragihand ji destpêka êrişa DAIŞê ser Dêrezûrê 151 kes hatien kuştin ku 30 kes ji wan xelkê sivîl û 46 kes hêêzn eskeriey Sûriyê û 75 kes ji endamên DAIŞê bûne.

 Çavkaniyeke agehdar li Dêrezûrê ragihand: DAIŞê dest bi îdama  hovane ya 10 hêzên sûrî kiriye.

 Çavkaniyên  agehdar ragihandine ku pevçûnên  li derdora bajarê Dêrezûrê pir giran e. Ev bajêra ji sê salan berî niha ve  di kontrola terorîstên DAIŞê de ye.