Çile 20, 2017 09:07 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya rastîn a Îran, Rûsiye, Sûriye û Iraqê li hemberî têrorîstan

Serokwezîrê Sûriyê hevpeymaniya Îran, Rûsiye, Sûriye, Iraq û Berxwedanê ji bo têkoşîn û têkbirina têrorîstan li navçeyê rasteqîn da zanîn.

Emad Xemîs serokwezîrê Sûriyê roja pêncşemiyê li hevpeyivîna digel malpera Ehda Libnanê tevî pêgiriya li ser têkbirina tam a têrorîsmê li Sûriye û navçeyê got: Hevpeymaniya Îran, Sûriye, Iraq, Rûsiye û hêzên Bwerxwedanê ji bo girtina pêşiya berfirebûna têrorîsmê li navçeyê bi taybet li Sûriye û Iraqê pêk hatiye.

Emad Xemîs tevî pêgiriya li ser viya ku têrorîsm nikare li navçeyê kokên xwe bihêztir bike, ji ber ku ti cîgeha wê li navçeyê tine, her wiha got: Hevpeymaniya Îran, Rûsiye, Iraq, Sûriye û hêzên Berxwedanê rênade ku têrorîst li navçeyê bimînin.

Serokwezîrê Sûriyê li bara sefera xwe ya vê dawiyê bo Îranê got: Ev sefereke asayî bû ji bo du welatan ku peywendiyeke baş hene û li ser vê esasê rayedar û berpirsên îranî û sûrî hertim ji bo berfirekirina peywendiyan sefera welatên hev dikin.

Emad Xemîs serokwezîrê Sûriyê êvara duşemiyê 16`ê Çileyê bi armanca berfirekirina hevkariyan digel Komara Îslamî ya Îranê sefera Têhranê kir û digel berpirsên derecebilind ên îranî gotûbêj kir.