Kanûn 07, 2016 10:01 Asia/Tehran
  • Zêde ji sedî 80`ê rojhilata Helebê ji aliyê artêşa Sûriyê va hat azadkirin

Artêşa Sûriyê bi dewama opêrasiyona azadkirina navçeyên cûrbicûr ên Helebê, heta berbanga roja çarşemiyê zêdetir ji sedî 80`ê taxên rojhilata vî bajarî azad kirin.

Li gorî rapora El-Alemê, li pey serketinên artêşa Sûriyê li taxên El Şiar, El Merce, El Şêx Lutfî û Tele El Şerteyê li rojhilata Helebê di berbanga çarşemiyê da, navendên komên têrorîst li taxa kevn a Helebê têk çûn û têrorîstan navenda vî bajarî tevî hiştina çek û cebilxaneyên xwe ber bi navçeyên başûr va terikandin.

Li vê navberê hejmarek ji têrorîstan xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê kirin û bi vî awayî artêşê karî ku bêyî şer û pevçûnan bi riya Keleha Heleba Bakur û rojavayî bigihêje taxên Ferafire, Kerem Cemîl, Bab El Hedîd û Exyûrê li navçeya kevn a Helebê.

Li vî halî li gorî raporan nakokiyên berfireh di navbera komên têrorîst da derketine ku li pey revîna ji taxên cûrbicûr ên Helebê niha li çeperên xwe yên demkî û lawaz li başûrê vî bajarî ji wan li taxên Hey Şêx Seîd û Bustan Qesrê bi cih bûne û ji riyên cûrbicûr va têdikoşin ku ji bo derketina ewleh ji Helebê misogeriyên pêwîst ji hêzên artêşa Sûriyê werbigirin.

Artêşa Sûriyê şiyana xwe ya gullebarandinê daniye ser taxa Şêx Seîdê li başûrê Helebê û li gorî baweriya kesên agah serdestiya li ser vê navçeyê dê bi wareya bidawîhatina pevçûnên Helebê û azadkirina tam a wî bajarî be.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê dest pê bûye.