Kanûn 06, 2016 20:32 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê kontrola çend navçên din li Helebê xiste destê xwe

Hêzên artêşa Sûriyê taxên Qazî Esker û Tirbe Lalayê û beşa başûrî ya taxa El-Şiarê li başûrê Helebê azad kirin.

  Hêzên artêşa Sûriyê li dewama rawstana xwe li hember grûpên terorîstî û çekdar li Helebê karîn  kontrola taxên Qazî Esker, Tirbe Lala û beşa başûrê devera El-Şiarê li başûrê Helebê bi dest bixin.

 Ji aliyê din ve grûpên terorîstî navçên  dorpêçbûyî yên Fûe û Kifriyayê li derdora Idlibê kirin hedef ku li encama vê Muhemed Samî Emîn û keça wî Rama Mutî Emîn hatin kuştin.

 Duh jî artêşa Sûriyê deverên Kerem El-Mîsr, Kerem El-Qatirçî û Kerem El-Tehanê xistin bin kontrola xwe.

Bi pêşdeçûna  artêşa Sûriyê ji mêhwerên  rojhilat û bakur ber bi beşa başûrî ya riya ber bi balefirgeha  navneteweyî ya  Helebê û hevgavê bipêşdeçûna ber bi  meqera herî giring a terorîstan li nexweşxana  El-Eynê bû baîs ku  sedî 65 heya sedî 70 axa  deverên rojhilata  Helebê bikevin bin kontrola artêşa  Sûriyê.

 Hêzên dewletî yên  Sûriyê ragihandin beşên berfireh ji navça  navbera balefirgeha Helebê ji rojhilat heya kela Helebê li rojavayêxistine bin kontrola xwe ku riya navbera  navenda Helebê û balefirgeha  navneteweyî ya wê ewleh dike û dibe baîs balefirgeh  wek korîdoreke  hewayî jibo piştgiriya ji hêzên dewletî li pêşerojê bê xebitandin.

 Her wiha  hin kesên  çekdar ji tirsa ku nekevin ber cizaya giran a El-Nusreyê xweradestî artêşê kirine.

Rayedarekî ewlehiyê yê Sûriyê got : Li du rojên derbasbûyî bi dehan kesên çekdar xwe teslîm kirine ew jî wextekê ku karîn  xwe ji lepên El-Nusreyê derxînin.

 Hilweşyaneke  berfireh nav rêzên çekdar tê dîtin ku encama  bipêşdeçûna  berfireh a artêşa Sûriyê li beşa başûrê riya balefirgeha navneteweyî ya Helebê ye ku tam wê navça  ewleh ragihînin.

 Artêşa Sûriyê li operasyona xwe ya berfireh li rojhilata  Helebê ku bi piştgiriya hewayî ya Rûsiyê cih tê roja duşemiyê hin pêşdeçûn bi dest xistiye  û kariye  derbasî navça  El-Şiarê bibe . Niha  ev taxa  jî ketiye bin kontrola  hêzên sûrî.

 li gorî gotina  berpirsên artêşa Sûriyê  grûpên çekdar niha tenê kontrola 18 km çarkunc a rojhilata Helebê girtine destê xwe.

 Rûsiye û Çîn duşemiyê biryaranama  Konseya Ewlehiyê jibo agirbesa 7 rojî li Heleba Sûriyê  red kirin û Moskowayê tekez kir rawestana  li şerê li hember  terorîstan  di rewşa niha dibe serdema  zêdebûna pirsgirêkên kesên sivîl.