Cotmeh 27, 2016 21:07 Asia/Tehran
  • UNESCO`yê  carek din pejiran ku Mescidul Eqsa yê misilmanan e

UNESCO`yê li civîna xwe ya duh çarşemê terseyî lobiya siyonîstî û zextûzora vê lobiyê carek din pejirand ku Mescidul Eqsa bajarekî pîroze û yê misilmanan e

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Komîta mêrata çandî ya saziya perwerdehî, zanistî û çandî yê UNESCO`yê duh çarşemê pê 10 reyên erênî, 8 reyên bêla û 2 reyên neyar pejirand ku  Mescidul Eqsa bajarekî pîroze û yê misilmanan e.

Hejî gotinê ye ku endamekî vê komîtê jî li reyîgirtina ser vê biryarê li civînê da nebû.

Hejî gotinê ye ku pêştir jî û li roja pêncşemiyê, 13`ê Cotmeha 2016`an, bi pesendkirina pêşnivîsa biryarbnemeyekê hebûna her cûre têkiliya olî ya navbera Mizgefta El Eqsa û Cihûyan red kir û Mizgefta El Eqsayê wek şûnewareke pîroz ji bo misilmanan zanî.

24 welatên endamê UNESCO`yê dengê erênî dane vê pêşnivîsê, şeş welatan dengê nerênî û 26 welatan jî dengê bêla danê.

Li pey biryarnameya Rêxistina Zanistî, Çandî û Perwerdehiyê ya NY nasyar bi UNESCO`yê, Rêjîma Siyonît hevkariya xwe digel vê saziyê da rawestandin.

Rêxistina Îslamî û Yekîtiya Ereban ji biryarnama UNESCO`yê li warê piştgiriya ji pîrozgeh û nirxên pîroz ên islamî pêşwazî kirin.

Rêxistina Îslamî û Yekîtiya Ereban ji biryarnama UNESCO`yê li warê piştgiriya ji nirxên pîroz ên islamî pêşwazî kirin.

Rêxsitina Îslamî, Perwerdehî, zanistî û Çandî nasyar bi ISESCO`ê bi daxuyaniyekê tevî pêşwaziya ji biryarnama UNESCO`yê, ew daxuyaniya wek pêngaveke dîrokî li warê Qudsê û pîrozgehên îslamî da zanîn.

Li vê daxûyaniyê ku li bara girêdayîbûna Mzgefta El Eqsayê ser misilmanan bû, ji Rêxsitina Îslamî, Perwerdehî, zanistî û Çandî nasyar bi ISESCO`ê hatiye xwestin ku berevaniya mafên gelê Filistînê bidomîne.

Seîd Ebu Elî cîgirê Sek. giştî yê Yekîtiya Ereban li warê Filistînê û erdên dagirbûyî yên erebî jî got: Dayîna vê biryarnemê nîşana mafê tekûz û rewa yê filsitînî û ereban li Qudsê ye.