Cotmeh 27, 2016 11:20 Asia/Tehran
  • Beşar Ceferî: Kî ku li dijî Sûriyê komployan bike dê bi xwe jî bi agirê van komployan bişewite

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) destnîşan kir ku dewleta Şamê dijberê siyasetên bijartî yên hin welatan li bara rewşa rojhilata Helebê û berçav negirtina rewşa aloz a navçên dinê li nav Sûriyê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Beşar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên li civîna Konseya Ewlehiyê li bara rewşa Helebê destnîşan kir; Me Helebek heye û welatek jî heye ser navê Sûriyê û her kes ku dijî pişkek ji axa welatê me pîlanan bigêre dê bikeve nav ne êminiyan û agirê komployên xwe.

Wî li dewama gotinên xwe destnîşan kir; van rojana hin kes ji rojhilat û rojavaya Helebê diaxivin û em nahêlin ku sînaryoya bi derd û kul û kevn a ku ji Beyrûta rojhilatî û rojavayî diaxivîn vê carê li Sûriyê bêwekilandin.

Beşar Ceferî destnîşan kir; Bi tenê Heleb yan jî rojhilata Helebê di nav dorpêçiyê da nîne, belkî Sûriye bi giştî ketiye ber dorpêçiyê, Hin welat ku roja îro rûwekî ji bo Helebê hêstiran dirêjînin berê jî ji bo Darya û navça El-Weerê hêstirên bi derew dirijandin û di vê rewşê de qet guhê xwe nadin ser rastiyên heyî anku rewşa jeopolîtîk li navçê û binpêbûna qanûnên navneteweyî yên herî eşkera jî.