Cotmeh 26, 2016 10:45 Asia/Tehran
  • Alê Siûd alîkariyên xwe ji bo teşkîlata xweîdarekera Filistînê qut kirin

Alê Siûd ku van rojana bi xwe di nav kirîza abûrî da xeniqiye, alîkariyên xwe ji bo teşkîlata xweîdareker a Filistînê birrîn.

Li gor rapora ajansa filistînî ya Sema`yê, navenda siyonîstî ya ``WALLA`` ji zarê karbidestên derecebilind ên teşkîlata xweîdareker a Filistînê nivîsî: Erebistanê ji 6 mehan berî niha va alîkariyên xwe yên 20 milyon dolarî ji bo vê teşkîlatî qut kirine û ragihandiye ku hegera vê biryarê jî hebûna kirîza abûrî li nav Erebistanê bixwe ye.

Rewşa aloz a abûrîya Erebistanê ji ber biryar û siyasetên nebaş ên Riyazê û hindek ji welatên niftfiroş yên ereb ên navçê çê bûye ku li kutahiya sala 2014`an bihaya cîhanî ya niftê kêm kirin û bihaya her bermîleke niftê ji 100 dolarî daxistin kêmtir ji 40 dolaran.

Piştî işkesta siyasetên Riyazê û Waşîngtonê li navça Rojhilata Navînê bitaybet li welatên wek Iraq, Sûriye û Yemenê, Amerîka û Erebistanê pê kêmkirina bihaya cîhanî ya niftê dil hebûn ku derbê li Îran, Rûsiya û Iraqê xînin lê vê pîlanê pêsîra wan bixwe girtîye û niha ev welatana û bitaybet Erebistan ji hemû welatan pirtir ketine ber dûhatên vê pîlanê.

Her çend teşkîlata xweîdarekera Filistînê dixwaze ku Riyaz bersiveke mentiqî û beraqil li bara qutbûna alîkariyên Erebistanê bo vê teşkîlatê bide lê Erebistan qet bersiva vê xwesteka gelê Filistînê nade.

Qer û deynên berfireh ên Erebistanê van rojana bûne sebeb ku nerezamendiya giştî li nav vî welatî berfiretir bibe, ji ber ku Erebistan dirav û daratiya vî welatî bo kuştina xelkê bêguneh ê Yemenê terxan dide.