Îlon 27, 2016 18:51 Asia/Tehran
  • Dewama serketinên artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Helebê

Artêşa Sûriyê bi piştevaniya hêzên gelanî, li êrişeka berfireh, taxa El Feraferê ya Helebê, bi tamî ji bin lepên terorîstan derxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîneyên Endazyarî û Kavilkirinê yên artêşa Sûriyê, roja sêşemê piştî derxistina taxa El Feraferê ya Helebê ji destê terorîstan, pûçkirina mayîn, bombe û telikên teqandinê yên ku terorîstan li vê taxê danîbûn, dest pê kirin.

Di encama vê operasyonê de hejmarek terorîst hatin kuştin. Bi giranbûna operasyona artêşa Sûriyê dijî terorîstan li Helebê, qumandetiya operasyona artêşa Sûriyê, li daxuyaniyekê ji welatiyên sûrî yên li taxên rojhilata vî bajarî xwest ta ku bona parastina canê xwe, nêzîkî pêgehên komên terorîst nebin.

Artêşa Sûriyê, herwiha îro êrişeka berfireh a terorîstan ser navçeyên dorhêla bakûrî ya Hemayê li rojavayê Sûriyê, pûç kirin û gellek xisar li wan xistin.

Terorîst jî navçeyên xelktêde yên bajarê El Zehrayê li dorhêla bakûrî ya Helebê, dan ber guleyan.