Îlon 26, 2016 18:57 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya zanayên Behrêynê li piştevaniya ji Şêx Qasim

Zanayên Behreynê li roja 100-an a kombûna xelkê vî welatî li hemberî mala Şêx Îsa Qasim ruhaniyê mezin ê şîeyên vî welatî li daxûyaniyekê piştevaniya xwe ji vî ruhaniyê mezin ragihandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li daxûyaniya zanayên Behreynê, ji hemû alîgîr û pişkdarên vê kombûnê hatiye xwestin ku dewamê bidin piştevaniyên xwe ji Şêx Îsa Qasim û nerezamendiya xwe li hemberî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe bidomînin.

Zanayên behrêynî piştevaniya xelkê ji Şêx Îsa Qasim berxwedana xelkê li hemberî siyasetên zalimane yên Rejîma Alê Xelîfe dane zanîn û xelk arxayîn kirin ku dewama van nerezamendiyana dê li ser siyasetên Rejîma Alê Xelîfe tesîrê bike.

Rejîma Alê Xelîfe li Behrêynê ji Hezîrana 2016 heqê welatîbûna Şêx Îsa Qasim ji wî istand ku şîeyên vî welatî û cîhanê li hemberî vê siyaseta rejîma Alê Xelîfe bi tundî bertek nîşan da.

Ji Sibata sala 2011 xelkê Behrêynê li hemberî siyasetên zorbêjane yên Rejîma Alê Xelîfe li Behreynê meşên aşitîxwazane bi rê xistin li Rejîma Alê Xelîfe bi hovîtî li hemberî vê meşa aşitîxwazane ya xelkê sekinî.