Îlon 26, 2016 10:36 Asia/Tehran
  • DAIŞ jinên êzdî li Erebistanê difroşe

Koma terorîst a DAIŞ`ê jinên êzdî li Erebistanê difroşe.

Piştî kuştina yek ji endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê li bajarê Şerqatê li başûrê Mûsilê mobayla wî ket destê iraqiyan û têde vîdyoyek li bara firotina jinên êzdî li Erebistanê hebû.

Li gorî rapora malpera nûçan a kanala El-Alamê, rojnama inglîzî ya Sanê (Sun) piştî weşandina  raporeke belgeyî ya firotina jinên êzdî, ji dewleta Inglîzê ji ber hevalbendiya tev Erebistanê bi tundî rexne kir.

 Pêştir jî televîzyona  Almanyayê ARD li raporekê ragihandibû ku jinên êzdî yên Iraqê ku ji aliyê DAIŞ`ê ve tên hêsîrkirin li bazarên Tirkiyê tên firotin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an piştî dagirkirina  Mûsilê bi hezaran kes ji jinên êzdî revandin û bi sedan  kes ji wan wekî hêsîrên cengê li bazara kolefiroşan a Mûsil, Felûcê û heta Sûriyê firotin lê firotina  van  koleyan li Erebistanê kiryareke bêmîank e ku diselimîne koma terorîst a DAIŞ`ê çiqas li  civaka siûdî bandora xwe heye û mudaxilê dike.