Îlon 26, 2016 08:40 Asia/Tehran
  • Bişar Ceiferî: Em heta ji bihosteke axa Sûrîyê derbas nabin

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY got: Sûrîye girêdaîyê têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye p heta ji bihosteke axa xwe jî derbas nabe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bişar Ceiferî duh li civîna taybet a Konseya Ewlehîyê herviha got: Helwest û pêngavên sîyasî li bara qeyrana insanî, wê dirêjtir dikin û êş û derdên gelê Sûrîyê jî zêdetir dikin û dibin sedema berfiretirbûna têrorîsmê.

Wî herviha got: Nunerê Ingilîsê ku yek ji sê daxwazkirên birêxistina vê civînê ye, idia kir ku Sûrîye li ber têkçûn û mirinê ye, ez jî di bersiva wî da dibêjim ku welatê min têk naçe û gotinên wî di asta nunerê welatekî endamê dayimî yê Konseya Ewlehîya NY da nînin.

Nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY herviha got: Ez van sê nuneran dilnîya û piştrast dikim ku dewleta Sûrîyê yê Helebê tam ji destê têrorîstan derîne û heke endamên vê sazîya navnetewî tenê paytextek hene, Sûrîyê du paytex hene û ew Heleb û Şam in.

Ceiferî herviha got: Van sê welatana ku xwestine ev civîna bê lidarxistinê heta niha 13 caran hewldana Konseya Ewlehîyê jibo şermezarkirina teqînên bi saya maşînên bombekirî, xwekujî û bombebaranan pêrgî işkestê kirine.

Wî hervisan got: Van welatana hewldana dostên me li Konseya Ewlehîyê jibo mehkûmkirina têrorîstan tûşî işkestê kirine.