Cinayetên siûdiyan li navçeyên curbicur ên Yemenê
Li encama êrişa balefirên cengê yên rejîma siûdî ser navça Şeribê ya parêzgeha Teizê, herîkêm 9 welatiyên yemenî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora kanala nûçan a El-Meyadînê, balefirên cengê yên rejîma siûdî roja sêşemiyê her wiha navçeyên Eleb, û Elseibanê li parêzgeha Seidê bi giranî bombebaran kirin ku li encama wê hejmarake zêde ji kesên sivîl birîndar bûn .
Eva li halekî ye ku Cîmî Mek Goldrîk hewdenkerê NY li karûbarên mirovhezane li civîna rojnmanevaniyê li Senayê, paytexta Yemenê ragihand ku hejmara goriyên şerê 18 mehî yê Yemenê gihêşt nêzîkî 10 hezar kesan.
Hewdengkerê NY li karûbarên mirovhezane tekez kir ku reqema hanê renge ji 10 hezar kesî jî zêdetir be, jiber ku li hin navçeyan navendên pizîşkiyê tinene û meyt ji aliyê xizm û kesên goriyan ve tên definkirin.