Konseya siyasî ya Yemenê amadetiya xwe jibo destpêkirina muzakiran ragihand
Serokê Konseya Bilinda a Siyasî ya Yemenê amadetiya xwe jibo destpêkirina muzakirên aşitiyê jibo kutakirina cengê li Yemenê ragihand.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Salih Semad serokê Konseya Bilinda a Siyasî ya Yemenê roja duşemiyê li gotûbêja tev Reuters`ê li bara planên raberbûyî jibo çareserkirina siyasî ya qeyrana Yemenê got ku ew ê li bara her cure însiyatîva ku bikarbe dawiyê bide destdirêjiya ser Yemenê û rakirina dorpêça vî welatî, hevkariyê bike.
Serokê Konseya Bilinda a Siyasî ya Yemenê li vê barê tekez kir ku Ensarullaha Yemenê tim li hember êrişên Erebistanê berxwe dide. Taxima Ensarullah a Yemenê jî bi ragihandina amadetiya xwe jibo destpêkirina muzakirên aşitiyê tekez kir: Dê her cure hewldanekê jibo rawestandina destdirêjiya eskerî ser Yemenê û kêmkirina derd û kullên xelkê vî welatî bike.
Zêde ji sê meh ser destpêbûna muzakirên aşitiyê li Yemenê derbas dibin lê bi mudaxilên berdewam ên taxima Riyazê, ev muzakire hatine rawestandin.
Bi armanca kutakirina şerê li Yemenê, NY û 18 welatên din piştgirî dan muzakirên aşitiyê.