Tebax 30, 2016 16:36 Asia/Tehran
  • NY: Hejmara gorîyên şerê Yemenê giheşte 10 hezar kesî

Hevdengkirê karên insandostîyê yên NY îro ragihand ku hejmara gorîyên şerê 18 mehî yê Yemenê giheşte nêzî 10 hezar kesî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Cêmî Mek Goldrîk li civîneke rojnamevanîyê li bajarê Sena paytexta Yemenê got ku ev hejmara li gorî wan agahîyên fermî ye ku ku sazîyên tenduristîya vî welatî raber kirine. Berî vîya hatibû ragihandinê ku hejmara gorîyên vî şerî zêde ji 6 hezar kesî ye.

Wî hervisan got ku ew ser vê bawerê ye ku ev hejmara heta seratir ji 10 hezar kesî ye, ji ber ku li hin deveran sazîyên pizişkî tinene û cenazên gorîyan bi destê xizm û kesên wan tên definkirinê.

Erebistanê bi hevalbendiya  9 welatên  ereb ên derdora  Kendava Farsê xêncî Umanê û bi hevrêtiya  Emerîkayê ji 26`ê Adara  par ve êrişên berfireh ser Yemenê bi mehna vegerandina  Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê revyayî û îstifakirî yê Yemenê ser desthilatê destpê kirin ku tenê encama wan kuştina bêrehmane ya nêzîkî 7 hezar kesan û awarebûna  bi sedan  hezar kesên din e.

Li encama êrişên hanê zêde ji sedî 80`yê navend û dezgehên xizmetkirin, hîndekariî, dermankirin û nexweşxane, depoyên derman û xwarekê, xwendingeh û malên xelkê Yemenê hatine kavilkirin û xelkê vî welatî piştî dorpêça  hewayî, bejahî û deryayî di rewşeke xirab de dijîn.