Feb 08, 2019 18:47 Asia/Tehran
  • Zêdebûna nexweşiyên vegir li nav xelkê Yemenê

Wezareta saxlemiya Yemenê ragihand ku heta niha 15 hezar û 361 kes ji xelkê vî welata bi nexweşiyên vegir(epîdemîk) yên wekî kolerayê û sorikê ketine.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Muhemed Edlanbirêveberê giştî yê pişka dermankirina nexweşiyên wekî Weabayê li Wezareta saxlemiya Yemenê got: Li sala 2018, 33 cure nexweşiyên vegir li nav xelkê vî welatî rewac peyda kiriye ku ji ber dorpêçbûna Yemenê dermanên van nexweşiyan nehatine nav wî welatî û her diçe ev cure nexweşiyane pirtir dibin.

Wezareta saxlemiya Yemenê jî li raporekê ragihand ku ji ber rewşa xirab a jiyana xelkê û jinavçûna pişkek ji xizmetguzariyên saxlemiyê hejmara nexweşiyên vegir her diçe zêde dibin û xelk jî pirtir bi van nexweşiyan dikevin.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awareûna  bi milyonan yemeniyan û xopana  binavahiyên  vî welatî. 

 Destdirêjiya Erebistanê her wiha  Yemen rastî kêmasiya  xwarek û dermanna kiriye û gelek nexweşiyên  curbicur  bi taybet Kolerayê rewac daye.