Îlon 20, 2018 19:08 Asia/Tehran
  • Trump: Destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê, şaşitîya herî xirab a dîroka Amerîkayê bû

Serokomarê Amerîkayê destwerdana leşkerî ya welatê xwe li Rojhilata Navînê, şaşitîya herî xirab a dîroka Amerîkayê wesif kir.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê li hevpeyvîna dige kanala televîzyonî ya Hill`ê, George W. Bush serokomarê berê yê Amerîkayê berpirsê vê şaşitîya mezin zanî û got: Biryar Bush ji bo lidarxistina opêrasyona leşkerî l Rojhilata Navînê şaşitîya herî mezin a Amerîkayê bû.

Trump herwiha got: Vekişîna leşkerên amerîkî ji Rojhilata Navînê di serdema Obama de, şaşitîyeke din bû.

Li gorî gotina Trump, destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navînê xerceke 7 hezar milyard dolarî daye ser milê vî welatî û bûye sedema kuştina bi milyonann kesî.

Lêkolînên Zanîngeha Brown a Amerîkayê nîşan didin ku şerên li Iraq û Efganistanê û herwiha kiryarên leşkerî yên têkildarî Pakistan û Sûrîyê xerceke zêde ji 5 hezar û 600 milyard dolarî dane ser milê Amerîkayê.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê ragihandîye ku Waşîngtonê hezar û 520 milyard dolar di salên 2001-2008`an di encama opêrasyonên leşkerî yên li Iraq û Efganistanê xerc kirine.

Trump li halekî şerûtîya serokomarên berê yên Amerêkayê rexne dike ku wî xwe tevî domandina opêrasyonên li Iraq, Efganistan û Sûrîyê, bi caran basa êrişa ser welatên din ji wan Koreya Bakur kirîye.