• Siûdîyan êrişî Yemenê kirin, 4 yemenî li Hudeydê hatin kuştinê

Di encama êrişa balafirên cengê yên Hevalbendîya zorbêj a siûdî a avahîya Radyoya Hudeydê li rojavaya Yemenê de, 4 karmendên vê radyoyê hatin kuştinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al- Alamê, balafirên cengê yên Hevalbendîya Siûdî îro êrişî avahîya Radyoya Hudeydê li şarê Meraweyê li rojavaya Yemenê kirin ku di encamê de herwiha xisareke giran li avah û teisîsên radyoyê ket.

Balairên cengê yên Hevalbendîya Siûdî di 27`ê Tîrmeha buhurî de jî êrişî avahîya vê radyoyê kiribûn.

Kanala Al Mesîrê jî ragihand ku hêzên Ensarullaha Yemenê karîn balafireke bêfirokevan a sîxorîyê ya rêjîma siûdî li Cîzanê li başûra Erebistanê jorda bixin.

Eva duyemîn balafira bêfirokevan a Hevalbendîya Siûdî di 24 sietên buhurî de bû ku bi destê hêzên Ensarullahê tê jordaxistin.

 

Sep 16, 2018 16:22 Asia/Tehran