•  Dewama êrişên hewayî yên giran ên Erebsitanê li Yemenê

Çavkaniyeke ewlehiyê li Yemenê raghand: "Li encama êrişa balefirên cengê yên Erebistanê ser malekê li navça Serwahê li Marebê, çar kes ku hemî jin û zarok bûn, bûne gorî".

 Li gorî rapora îro ya El-Alamê, vê çavkaniya  ewlehiyê her wiha  li bara mirina du jinên yemenî li  encama êrişên  balefirên  cengê yên siûdî ser rawestgeha gazê li beşa  El-Crahiyê ya parêzgeha  edîdê agahî da.

 Balefirên cengê yên siûdî her wiha  êriş kirin ser navça  El-Buqeyê li Meranê ser bi beşa Hedeanê li parzêgeha  Sedeyê.

  Hevalbendiya  destdirêjkiran 25 caran  navçên  Herez, Mêdîiyê li parêzgeha  Heceyê dan ber êrişan.

Ji aliyê din ve wek berteka hêzên  berxwedana  Yemenê li hember êrişa  kirêgirtiyên  hevalebndiya  siûdî li nêzîkî navça  El-Eqrûzê li parêzgeha Teizê û teqandina  bombeyê ser riya  karwanên wan, hejmarek ji kirêgirtiyan hatin kuştin an birîndar bûn.

 Her wiha  eskerekî siûdî bi derba gulla nîşanbazên  artêşa Yemenê û komîteyên  gelanî li Tebe El-Xezanê li gundê  Qewiyê li Cîzanê hat kuştin û meqerên  eskerî erebistanî li kampa Akifê li Necranê ket ber êrişan.

Feb 15, 2018 10:44 Asia/Tehran