•  Teqîn li bajarê Seydaya Libnanê

Medya Libnanê îro yekşemiyê li bara teqîna li navça El-Bistana Kebîr li bajarê Seydayê li başûrê vî welatî agahî dan.

 Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El-Cedîdê, trimbêlek li navça  Bustan El-Kebîrê li Seydayê teqî û muhtemel e kesayetiyekî filistînî  hedefea terorê bûye.

 Kanala nûçan a El-Meyadînê jî raghand ku Muhemed Hemdan ji endamên  tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê( Hamas) xwediyê vê trimbêlê bûye û li ecama vê bûyerê birîndar bû.

 Çavkaniyên  ewlehiyê ji Anadolu Newsa Tirkiyê raghandin  ku Muhemed Hemdan birayê Usame Hemdan ji rayedarên  Hamasê piştî birîndarbûnê hat guhestin bo nexweşxanê.

 Tê gotin ku di dema teqînê, balefirên bêfirokevan  ên Rejîma  Siyonîstî ser esmanê bajarê Seydayê li halêfirînê bûn.

 Usame Hemdan endamê nivîsgeha  siyasî ya tevgera Hamasê, berpirsê peywendiyên  navneteweyî yên vê tevgerê û nûnerê Hamasê li Lubnanê ye.

 

 

Jan 14, 2018 16:10 Asia/Tehran