• Gaze dane ber gulleyan

Topxana artêşa Rejîma Siyonîst, pêncşemê bi şev du navçe li Zîvala Gazeyê dane ber topan.

Li gorî rapora ajansa filistînî ya nûçeyan a Muayê, topxana artêşa Rejîma Siyonîst, pêncşemê bi şev du navçeyên taxa Muxaziyê li navenda Zîvala Gazê dane ber gulle û topan ku di encamê de hin xisar li malên vê taxê ketin, lê tu kes nehate kuştin.

Topxana vê rejîmê herwiha navçeya Zeytûnê jî li Gazê da ber topan.

Di eynî demê de hate ragihandin, balafirên tesbîtkirin û nasînê û balafirên cengî yên Rejîma Siyonîst bi caran li esmanê Gazê dikevin ber çavan. Artêşa Rejîma Siyonîst îdia kiriye ku ev karana wek bersiva li hember avêtina du mûşekan ji Gazeyê ve ber bi Erdên Dagîrbûyî cih hatine.

Artêşa vê rejîmê hertim bi mihana êrişa bi rokêtan a şervanên filistînî, navçeyên curbicur ên Zîvala Gazeyê dike armanca êrişên xwe.

Zîvala Gazeyê li halekê dikeve ber êrişên Rejîma Siyonîst ku piştî biryara du rojan beriya niha ya Donald Trump, serokomarê Amerîkayê li bara nasandina Qudsê wekî paytexta Rejîma Siyonîst û hewldana Waşîngtonê jibo guhestina sefareta xwe bo vî bajarî, bûye qada xwenîşandana berfire a filistîniyan dijî siyasetên zalimane yên Amerîkayê.

Dec 08, 2017 12:26 Asia/Tehran