Çile 14, 2021 15:26 Asia/Tehran
  • Rexneya Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan ji binpêkirina giran a mafên mirovan li Behreynê

Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan di rapora xwe ya salê da ji kiryara Alê Xelîfe di sala 2020î, careke din ji dewama binpêkirina giran a Mafên Mirovan derheqê çalak û neraziyên aştîxwaz ên vî welatî rexn ekir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan di rapora xwe ya salê da destnîşan kir ku rayedarên Behreynê di sala 2020î da serkutkirina çalakên torên civakî û Înternetê girantir kirine û tevî gotinên aştîxwazane, rexnekir dane bin şopandinê û dadgehên vî welatî çalakên dijber piştî darizandinên zalimane bi darbekirinê mehkûm kirine.

Di vê raporê da hatiye piştrastkirin ku heta dadgeha Venihîrnê ya Behreynê jî hikmê darvekirina herîkêm çar kesan piştî darizandinên gumanbarê işkenceyê di pêvajoya dadweriyê da û li gorî rapora Navenda Maf  û Demokrasiyê ya Behreyênê aniha herîkêm 27 kes li Behreynê li benda cihanîna hikmê darvekirinê da ne û 26 kes ji wan di bereberê cihanîna vê biryarê ne.

Her wiha ji dema rawestandina cihanîna hikmê darvekirinê li Behreynê ji sala 2017an va, dewleta vî welatî şeş kes bi darve kirine.

Co Stork Alîkarê beşa Rojavayê Asyayl li Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan got: Rayedarên behreynî amûrên cûrbecûr û heyî jibo serkutkirin û darizandina her kesekî ku ji hikûmetê rexne bike, bi kar tînin û di vê navberê da bikaranîna sizaya darvekirinê zêde bûye û welatî ji ber çalakiyên xwe di torên civakî da dibin armanc û dijberên nasyar ên hikûmetê piştî tên girtin ji xizmetên pizişkiyê tên bêparkirin.

Rêxistina Dadweriyê ya Behreynê çend kes tenê ji ber weşandina hin babetan di torên civakî da darizandine ku di nava wan da du parêzerên nasyar Ebdulla Şemlawî û Ebdullah Haşim tên dîtin.

Di rapora Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan da hatiye ku rayedarên Behreynê zindaniyan ji lêmiqatebûnên pizişkî û tendurustiyê bêpar dikin.

Heta niha gelek rapor hatine weşandin ku piştrast dike her salê hejmareke zêde ya zîndaniyên behreynî ji ber bêparbûna ji lêmiqatebûnên pizişkî û dermanî yên hewce jibo nexweşiyên demdirêj weke cûreyên kanseran, canê xwe ji dest didin.

 

Serepeyv