Cotmeh 29, 2020 09:51 Asia/Tehran
  • Ewn ji şandeya Rûsyayê re: Divê çareseriyeke bilez ji bo vegera penaberên Sûriyê bê dîtin

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn piştrast kir ku bi hêvî ye çareseriyeke bilez bê dîtin, da ku penaberên Sûriyê vegerin warên xwe, nexasim ku gelek herêmên Sûriyê êdî aram bûne. Ewn destnîşan kir ku êdî Lubnan nikare encamên neyînî yên pêşwazîkirina penaberan tamul bike. Bi taybet ku zirarên koçberiyê 40 milyar dolarî derbas kir.

 Serokê Navenda Neteweyî ya Rêveberiya Parastina Rûsya Federal efser Mikhail Mizintsev, nûnerê taybet ê wezîrê derve yê Rûsyayê yê karên Sûriyê Alexander Kinchak, balyozê Rûsyê ê Lubnanê Alexander Rudakov, ji werzareta parastinê efser Stanislav Gadzmagomedov, efser Yegorov û efser Alexander Zorin tev li civînê bûn.

Wezîrê berê yê Lubnanê Selîm Herîsatî, midûrê serokatiya komarê Dr.Itwan Şiqêr û şêwirmendan efser Buls Meter, Refîq Şilala û Usama Xeşab şandeya Rûsyayê pêşwazî kir.

Serokkomarê Lubnanê Mişêl Ewn şandeya Rûsyayê li Qesra Biabda, Alexander Lavrentiev serok şandeya taybet a serokê Rûsyayê yê karên Sûriyê agahdar kir ku derdora 2 milyon û nîv penaberên Sûriyê û derdora 500 hezar penaberên Filistinê li Lubnanê ne. Ev jî nîvê hejmara niştecihên Lubnanê ne. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li tevahiya waran dike bi taybet krîza aborî û encamên pandemiya Koronayê û zirarên teqîna bendera Beyrûtê.

Ewn destnîşan kir ku însiyatifa Rûsyayê ya girêdayî penaberên Sûriyê ya ku sala 2018`an ragihandiye ji ber gelek sedeman temam nebû, jê helwestan hinek dewletên rojavayî û finansa pêwîst jê re peyda nebû û vegera penaberan bi vedîtina çareseriya siyasî ve hate girêdan.

Di civînê de Ewn hêvî kir ku kongreyeke nû li dar keve da ku pirsgirêka penaberan çareser bibe. her wiha spasiya alîkariyên ku Moskova piştî teqîna bendera Beyrûtê pêşkêş kirine kir.

Alexander Lavrentiev sedemên ku  welatê wî biryar da ku kongreyeke navneteweyî li Şamê di 11 û 12`ê Mijdarê de li dar bixin eşkere kirin û diyar kir ku ev kongre ji bo vegera penaberên Sûriyê ye û peydakirina şertên guncew ji bo ku bi dildarî vegerin warên xwe. Her wiha hêvî kir ku Lubnan tev li vê kongreyê bibe.

Serepeyv