Îlon 17, 2020 23:40 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê: Asayîkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re  xeyaneta li Filistînê ye

Berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê asayîkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re weke xeyaneteke eşkere li gelê Filistînê da zanîn.

 Li gorî rapora Al-Alamê, Muhemed Ebdulselam got: Rejîmên erebî ku ber bi Rejîma dagirkr a Siyonîstî re li hev kirin bona pêwendiyan, nikarin tiştekê di rasitiyê de biguherînin ji ber ku pêştir jî bi dizî ve bi siyonîstan re hevkarî dikirin. 

 Ebdulselam destnîşan kir mesela Filistînê meseleyeke îslamî û erebî ye û qet nikarin rejîma narewa ya siyonîstî bi fermî nas bikin. 

 Berdevkê Ensarullahê got: Gelê Yemenê hertim ser helêwstên xwe bona piştgiriya  ji Filistînê û redkirina asayîkirina peywendiyan bi Rejîma dagirker re teqez dikin û ji ber helwêsta durust li hember siyonîstan, di bin agirê şerê destdirêjkirên Siûdî de ne. 

 Îmarat û Behreyn piştî ragehandina hevhatina  bi Rejîma dagirkirê Qudsê re , sêşemiyê şevê li Koka Sipî bi amadebûna serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Benyamîn Netanyahû hevhatina asayîkirina peywendiyan wajo kirin. 

Serepeyv