Tebax 03, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Lubnanê istîfa kir

Wezîrê karên derve yê Lubnanê Nasîf Heta istîfaya xwe pêşkêşî serokwezîr Hesan Diyab kir. Heta ji bo civîna dawîn a bi wezîrê karên derve yê Fransayê re nehatibû vexwendin.

Wezîrê karên derve yê Lubnanê Nasîf Heta dema diçû seraya hikumetê ji dezgehên çapemeniyê re got dê istîfaya xwe li ser reftarên hikumetê di gelek dosyayan de, pêşkêş bike.

Istîfayê derî li pêş gelek guhartinên hikumetê vekir, her wiha çavkaniyên hikumî duh got li şûna Nasîf Heta lêkolînê dikin.

Raporan bi bîr xistibû ku sedemên istîfayê girêdayî dûrxistina Heta ji civînên bi wezîrê Fransayê  Jean-Yves Lauderian re li Beyrûtê ye.

Heta li daxuyaniya îstîfaya xwe diyar kiriye ku nebûna stratejiya neteweyî ji bo çareseriya pirsgirêkan û nebûna viyana qahêm bona reform û çaksaziyan li Lubnanê bûne sedem ew îstîfayê bike.

Lubnan di aloziyeke aborî re derbas dibe, her wiha lubnanî di Cotmeha borî de li ser hilweşîna hikumeta Seed Herîrî daketin kolanan.

Serepeyv