Berdewamiya wêrankirina malên Filistîniyan bi destê Rejîma Siyonîstî
Adar 27, 2020 09:48 Asia/Tehran
Leşkerên Siyonîst duh dîsa çendîn malên filistîniyan û avahiyên curbicur ên wan li qirxa rojava Çemê Urdinê wêran kirin.
Li gor ajansa Tesnîmê, Leşkerên Siyonîst duh êriş kirin ser deverên Erîha, Tûbas, Selfît û ElXelîlê û çendîn malên filistîniyan û avahiyên curbicur ên wan wêran kirin.
Rejîma Siyonîstî bi wêrankirina malên filistîniyan û çêkirina bajarokan ji bo siyonîstan li erdên filistînîdixebite demografiya deverên filistînî biguhere û cihûyan dewsa filistîniyan dayne da ku deshilata xwe ser wan devera zêde bike.
Gişt ev bajarokana li gor qanûnên navneteweyî, neqanûnî tên hesab.