Adar 27, 2020 09:18 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Yemen di ber karesata herî mezin a însanî de ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser desdirêjiya leşkerî ya hêzên biyanî ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî li pênc salên bûrî û got: Yemen di ber karesata herî mezin a însanî de ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî got: Desdirêjiya leşkerî ya hêzên biyanî ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî ji erd, esmîn û deryayê  li pênc salên bûrî, bûye sedem riyên alîkariya însanî ji xelkê vî welatî were birîn û niha ku nexweşia Koronayê li cîhanê ji wan li Yemenê belav bûye, ji ber nebûna înkanên pêwîst li vî welatî rewşa însanî li Yemenê her diçe ber bi karesatê dimeşe.

Mûsewî bal kişande ser pêşniyara Sekreterê giştî yê NY bona rawestandina gişt şerên cîhanê li dema belavbûna Koronayê û got: Îran ji bo rawestandina şêr li Yemenê û rakirina dorpêçiya vî welatî amade ye her karekî bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Heke pêşniyara  Sekreterê giştî yê NY ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî were pejirandin, eva pêngaveke girîng ji bo rawestana mirina hezaran însanên bê guneh û gaveke bingehîn ji bo damezrandina aştrî  û îstiqrarê li navçê tê hesab.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Gutteres xwestibû ku gişt şerên cîhanê li dema belavbûna Koronayê bona jinavbirina vê vîrûsê werin rawestandin.