Adar 27, 2020 08:16 Asia/Tehran
  • Êrişa Topxana Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî ser Hudeydê

Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî duh êvarê dîsa agirbesa binpê kir û parêzgeha Hudeydê ya rojavayê Yemenê da ber êrişa topxana xwe.

Kanala El-Mesîre ya Yemenê ragihand ku dagîrkerên siûdî û kirêgirtiyên wan bi dehan gullên hawan û topan li devera El-Xalî ya parêzgeha Hudeydê xistin ku di encamê de 2 endamên malbateke yemenî hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Agirbesa ser Hudeydê li 18 Dîsambera 2018 li Swêdê di navbera Taxima şandî ya Swnayê û Taxima Riyazê îmza bû, lê belê  Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî heya niha bi caran ew binpê kiriye. Heya niha çendîn car ji bo kutakirina şerê Yemenê hewldan hatiye kirin lêbelê her car Rejîma Siûdî li ser riya wê asteng çê kiriye.