Adar 26, 2020 16:56 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Civata Bilind a Sîyasî ya Yemenê ser domandina berxwedanê

Serokê Civata Bilind a Sîyasî ya Yemenê pêgirî ser xweragirî û berxwedana gelê Yemenê ku rê li ber serêxwegirtina armancên Hevalbendîya Seûdî girtîye, kir.

Ligorî rapora Kanala Al Masirê, Mehdî Meşatt Civata Bilind a Sîyasî ya Yemenê îro di axavtinekê de bi boneya pêncemîn salroja êrişa hevalbendîya zorbêj a seûdî ser Yemenê û rêzgirtna li Roja Netewî ya Berxwedanê li vî welatî got: 26’ê Adara sala 2015’ê roja destpêbûna êrişa hevalbendîya zoebêj a seûdî ser Yemenê, xaleke werçerxanê ya girîng di dîroka Yemenê, hikûmetê û gelê wî da tê hesêb. Em îro rêzê li destpêkirina hîç şerekî nagirin û bi wê boneyê jî hîç cejnekê lidar naxin û pîroz nakin belkî, ji ber xweragirî û berxwedana gel, Artêş û Hêzên Lêjneyên Gelanî yên Yemenê şanazîyê dkin.

Wî herwiha got: Têkbirin û pûçkirna hemi armanc û timahkarîyên dijminan dê heta kutakirina mayîna neqanûnî ya hêzên bîyanî li ser axa Yemenê bidome.

Mehdî Meşatt herwiha got: Destkevtên ku di encama berxwedanê da me bi dest xistine, emanetek in di destê hemi azadîxwazên gelê berxwedêr ê Yemenê.