Adar 26, 2020 16:39 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li nav Sîyonîstan jorda çû

Wezareta Tenduristîyê ya rêjîma Israyîlê ragihand u hejmara tûşbûyîyên Koronayê gihîşt nêzî 2500 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya rêjîma Israyîlê îro di daxûyanîyekê de ragihand: Di 24 sietên buhurî de 474 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine ku hejmara herîzêde ji dema belavbûna wê vîrûsê li Israyîlê ye.

Wezareta Tenduristîyê ya rêjîma Israyîlê herwiha ragihand: Hejmara gişk tûşbûyîyên Koronayê li Israyîlê giheştîye 2495 kesî ku rewşa 41 kesî giran e.

Ligorî vê daxûyanîyê, heta vê gavê 5 kesan jî di encama tûşbûna bi vîrûsa Koronayê de canê xwe ji dest dane.

Zêde ji 71 hezar kes li Israyîlê bi hegera ihtimala tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li malên xwe hatine qerentînekirinê.

Serokwezîrê Rêjîma Israyîlê Benyamîn Natanyahû jî bi gotina v yekê ku ew rêjîma bidû belavbûna vîrûsa Koronayê xwe jibo xirabtirîn sênaryoyan amade dike, dîyar kir: Heke jordaçûna hejmara tûşbûyîyan bidome, qerentînekirina seranserî û qedexeya derketina derve dê bên sepandin.