Sibat 15, 2020 09:58 Asia/Tehran
  • Filistînîyên Zîvala Gezzê dijî Danuistandina Sedsalê daketin kolanan

Bi hezaran kes ji gelê Fiilstînê li Zîvala Gezzê careka din bi nîşana nerazîbûna himberî plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê daketin kolanan.

Ligorî rapora Malpera Nûçan a Al Şerq a Filistînê, Mahir Sebre yek ji rayedarên HAMAS`ê di axavtina dema xwenîşandana gelê Filistînê li Gezzê de got: Plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê cinayetek dijî mafê gelê Filistînê, Qudsê û ometa Islamê ye û em qet wê qebûl nakin û rê nadin ew cih were.

Sebre herwiha got: Quds dê paytexta ebedî ya Filistînê bimîne û gelê Filistînê bi yekitîyê yê hemî komployên amerîkî-israyîlî pûç bike.

Wî ji Teşkîlata Xweîdareker a Fiilstînê jî xwest ku destê têkoşerên berxwedêr li rexê rojavaya çemê Urdinê jibo sekinîna himberî dagirkerên sîyonîst vekirî bihêle.