Sibat 14, 2020 16:48 Asia/Tehran
  •  Serkutkirina xwenîşandana gelê Behreynê li salvegera serhildana 14 sibatê

Xelkê Behreynê li nehemîn salvegera serhildana 14 Sibatê, xwenîşandaneka berfireh li navçên curbicur ên vî welatî li dar xistin ku bi êrişa hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xelîfe bû sedema pevçûn û girtina hejmarek ji xwenîşanderan.

 Li gorî rapora Al-Alam`ê, hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xelîfe, pênceşmiyê şevê ber bi xwenîşanderên behreynî li kolanên Menamê û navçên din ji wan Belad El-Qedîm, El-Senabs, El-Musella, Kerane, gaza hêsirrêj reşandin û 5 ciwanên behreynî girtin. 

 Dukandarên van navşana jî dest bi girevê kirine û dukanên xwe girêdane. 

 Li gor vê raporê, li du rojên buhurî herîkêmn 4 kes ji bavên cangoriyên siyasî, çalkavanekî sivîl û du kes ji rûhaniyên behreynî banî navendên polîs hatinekirin.

 Xelkê Behreynê li 14 Sibata 2011`an li dijî Rejîma  Alê Xelîfe rabûn.